HELEB- Bi deh hezaran Kurd, Ereb, ciwan û jin li pêşiya Hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û dest bi meşê kir.
Meşê bi pêşengiya ciwanan dest pê kiri û li ber Çerxerêya Zeytûn rawestiya û veguherî mîtîngê.
Li wir girseyê li pêşangeha wêneyên Komploya Navneteweyî temaşe kir.
Dûre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ferhan Kobanê axivî û komplo bi komploya herî xeternak a di dîroka komployên li Rojhilata Navîn de bi nav kir.
Ferhan Kobanê bang kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber APO hewldan û xebat firetir bibin.
Endama Rêveberiya PYD`ê Emîne Bêrem jî li ser navê pêkhateya Ereb axivî û got: “Bi fikr û felsefeya wî, rastiya hêzên faşîst aşkera bû. Rê li pêşiya gelan vekir ku serî hildin.”
Endamê rêveberiya saziyên civaka sivîl Mirî El Şiblî jî got: “Rêber APO bi fikrên xwe yên li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş dîrok çêkir. Ruxmî girakirina tecrîdê lê belê Îmralî veguherand minbera fikrê azad.”