MEXMÛR- Gelê berxwedêr a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya Navnetewî ku di 15’yê Sibata sala 1999’an de li ser Rêberê Gelan, Rêber Apo hatî pêkanî, ji bo sê rojan ango 13, 14 û heta 15’ê Sibatê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Çalakî li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi tevlîbûna zêdeyî 50 kesan destpê kir û her kêlî ji aliyê gel û xebatkarên wargehê vê tên ziyaretkirin.
Çalakvanên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn û bang li gelê Kurd kirin ku li hemberê Komploya 15’ê Sibatê bertek û helwestên xwe raber bikin.
Çalakvanên Mexmûrê kû ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya greva Birçîbûnê de ne, di bin baranê de bi coş û biryardarîya mezin çalakiya xwe didomînin.
Navê min Derwêş Apaydın ez endamê Meclîsa Ciwanan im. Wek ciwanek Wargeha Şehîd Rûstem Cudî em ketine greva birçûbûyinê. Ev sê salin tu agahî ji Rêberê me nayê girtin. Pêwiste her ciwanek Kurd li her dewerê cîhanê rabe ser piyan û li hemberê komployê rabe. Em vê komployê şermezar dikin. Heta ku dilopek xwin di leşê me de ma be emê pişt Rêbertiya xwe bin. Her ciwanek her dewerê cîhanê pêwiste rabe ser xwe.
Berdevkê kada tendurîstî Bermal Bilen;
Heval dizanin em mehekî pir giring de ne. Arîfêya 15 Şibatê ye. 15 Şibat em edî nikarin bêjin tenê gelê Kurd de edî di kada me ya nev netewî de yê ku tekoşîna azadî û wekhewî dide meşandin Rêber Apo ye. Rêber Apo mixabin encamê hevaltiyekî kêm, dostên sexte 1999’an de 15 Şibatê radestê Dewleta Faşist a Tirk hatiye kirin. Di vi ali de wek wargeha Şehîd Rûstem Cudî wek jin, wek dayîk, wek xebatkar hêrsê me pir cûda ye. Kînê me, nefretê me beramberê dijmin, beramberê ixanetê, beramberê dostên sexte re aciziyê me heye. Rêber Apo êdî paradigmaya wî gerdûnî bû. Gelan re êdî heviyekî bû. Ev sistemekî ku gelan tê de jiyan dike êdî ber bi rizibûyinê ve diçe. Sistema kapitalist modernite nikare civak têr bike. Li ser vê esasê ji bo sistema hegemon êrîşê xwe bide berdewam kirin tecrîtê li ser Rêber Apo girantir dike. Li ser vê esasê dema dibinin ku berxwedaniyekî muazzam di İmralî de heye û edî dibinin ku di Îmrali de nikarin li ser Rêber Apo hûkm bikin ev êrîşên xwe di çiyayên azad de, di kadan de li ser jinan, ciwanan, gelan zêdetir dike. Em jî dibêjin em gel in. Tekoşîna gelan, tekoşîna gerîla ji tekoşîna Rêbertî tê. Ev tecrît wê mutlaq bê şikenandin. Emê bi Rêber Apo re azad jiyan bikin.