NAVENDA NÛÇEYAN- Meşa dirêj a ciwanên şoreşger û jinên ciwan ku duh li ser asta 4 Kantonan destpê kir, îro gihişt Reqayê. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo bi beşdariya bi sedan ciwanan li bajarê Tebqayê dest bi meşa xwe ya dirêj kirin.
Meşa dirêj gihişt bajarê Reqayê û saziyên sivîl ên bajarên Tebqa, Reqa, Minbic, Dêrezorê û raya giştî ya bajarê Reqayê beşdarî meşa giştî bûn. Di meşê de posterên Rêber Apo, alên QSD’ê û pankartên “Bi fikra neteweya demokratîk em ê komploya navneteweyî hilweşînin” û “Bi vîna gel em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin” hatin hilgirtin.
Bi hezaran beşdaran dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin, berxwedana wî ya gerîla û têkoşîna wî ya li dijî faşîzma Tirk silav kirin.