QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo, di bin pêşengtiya Înîsiyatîfa Gel de, ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo ku 25 sal berî, di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat, meşekî girseyî hat li darxistin, bi diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”. Bi deh hezaran gel ji Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûdê û gundan beşdarî meşê bûn.
Meş li çarxereya Osman Sebrî saet 11:00 dest pê kir. Pankart, suret û alên Rêber Apo hatin hildan. Dirûşmeyan “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bimre Komploger” hatin berz kirin. Dayik ku tevlî çalakiyê bûn bi Nûçe Ciwan re axivîn.
Meş ber li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê rawestiya û li wir li ser giyana şehîdan deqayekî rêzgirtin hat girtin. Li wir hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û diyar kir ku tevahiya Kurdistaniyan di rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah de berpirsyar in.
Asya Ebdullah destnîşan kir ku komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk hatiye, lê tu komplo nikarin wan ji xeta azadiyê dûr bixin. Asya Abdullah ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê û îlankirina berxwedaneke topyakunê kir û got: “Çawa îradeya gelan li hemeberî komployê bi ser ket, dê li hemberî êrişan jî bi ser keve.”
Hevserokê Desteya Hundihrîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî diyar kir ku wan di 25 salên komployê de bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşin meşandiye û got: “Ji bilî serkeftinê tu rêyên din ji bo me nîn in. Heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê li her qadekê têkoşînê xurt bikin.”
Bi navê Konfederasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Îsmaîl axivî û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirin têkoşînê kir. Endamê Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê Hesen Ferhan jî anî ziman ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê ronî kiriye û ew ê şopdarên vê xetê bin. Welatiyê bi navê Feysel Heqî yê ku bi tenê ji Tirbespiyê heta Qamişloyê meşiya bû jî got ku dê li hemberî komploya navneteweyî bêdeng nemînin. Çalakî bi xwendina helbestên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine nivîsandin û dirûşmeyan bi dawî bû.
Ciwan û jinên ciwan ku beşdarî meşê bûn jî ji Nûçe Ciwan re bi helbest, stran û hevpeyvîn helwestê xwe li hemberî Komployê Navnetewî nîşan dan.