NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên girêdayî Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û li dijî polîtîkayên îmha, înkar û qirkirinê yên di şexsê Rêber Apo de li gelek bajaran çalakiyên hemwext li dar xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li taxa Muratli ya Tekîrdagê 5 wesayîtên cerdevanan û 2 wesayîtên qeymeqamê AKP’ê hatin şewitandin û bi şev jî nekarîne bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li navçeya Sapanca ya Sakaryayê erdên aîdî faşîstên Tirk hatin şewitandin.
Hat diyarkirin ku li navçeya Bandirma ya Balikesîrê di çalakiya li dijî cerdevanên faşîst de 1 cerdevan birîndar bû.