BERLÎN- TCŞ’ê û ciwanên enternasyonalîst komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li Berlînê bi meşekê protesto kirin. “Ê ku dixwazin rojê me tarî bikin emê wan tune bikin.” Meşê ji Schönleinstraße bi pankarta “Bê Serok Jiyan Nabe” dest pê kir û heta Hasenheîdeyê dewam kir.
Ciwanan gelek caran di meşê de bê navber siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok Apo, Zap Avaşîn Metîna Bijî Berxwedana Gerîla, Cîwan Fedaîyen Reber Apo ne, Es lebe Ocalan, Freiheit für Ocalan” berz kirin.
Ciwanên endamên TCŞ Berlînê diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin ew ê têkoşînê berfireh bikin û li qadan bin.