DRAGUIGNAN – Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê bi sedan kes ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hatin cem hev û ji ber postexaneya Dragûîgnan heta ber şaredariya Dragûîgnan meşiyan.
Ciwan û gel li ber şaredariyê bi bêdengî rawestiyan û bi dirûşmeyên “BiJî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” komplo lanet kirin.
Merxaz Serhat ku li ser navê TCŞ’ê li ser vê bingehê daxuyanî da; “Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin. “Em weke ciwanên Kurdistanê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe nehejînin em ê ti carî qadan vala nehêlin.
HOLLANDA – Ciwanên TCŞ’ê bi pêşengiya meclîsa ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda rêya girêdana Belçîka-Elmanya girtin. Ciwanan di çalakiyê de alên Rêber APO û PKK’ê vekirin û bi şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bê Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” hatin berzkirin.
STUTTGART – Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê di salvegera 25’ê Sibatê ya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi ruhê ciwanên Apoyî ji lûtkeya navenda bazirganiyê ya Stûttgartê bi alên PKK’ê komplo lanet kirin.
Her wiha ciwanan bi vekirina pankartên “Dawî li tecrîd, îşkence û bêhiqûqiyê 25 salan bînin” û “Ji Rêber APO re azadî” têkoşîna gerîla ya li Zapê silav kirin.
Ciwanan piştre bi dirûşme û fîşekên hewayî çalakî bi dawî kirin.
ANTWERPEN – Ciwanên TCŞ’ê li dijî komploya navneteweyî ya ku welatên NATO’yê bi pêşengiya DYA û Îngilîstanê pêk tînin, çalakiyek li dar xistin. Ciwanan destnîşan kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de dîl hatiye girtin, têbikoşin.
Nêzî 40 ciwan li ber Astrid Sentral hatin cem hev û bi dirûşmeyan komploya 15’ê Sibatê protesto kirin.
Piştre ciwan meşiyan û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO” berz kirin.