MARSÎLYA – Ciwanên endamên CKF û Kurdistanî bi pêşengiya Ciwanên Kurdîstanî Ên France (CKF) saet 18.00’an li Gara Trenê ya Dîrokî ya Saint-Charles a li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin cem hev û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Endamê CKF’ê Serhed Diyar bal kişand ser girîngiya Komploya 15’ê Sibatê, diyar kir ku Komploya ji aliyê hemû hêzên hegemonîk û hêzên kapîtalîst bi taybet hêzên Gladio ve hatiye kirin.
Wek CKF; Rêbertî destnîşan kir ku ew ê şêwaza jiyana qirêj a modernîteya kapîtalîst li ser rêya ku Rêber APO nîşan daye qebûl nekin û ew ê bibin afirînerê civaka exlaqî û polîtîk. Da zanîn ku sedema rastî ya vî sûcê mirovahiyê ku bi salan e tê kirin kîn û hêrsa wan a li hemberî Modernîteya Demokratîk û şêwaza jiyana alternatîf a di şexsê Rêber APO de ye.
Ciwanan bang li hêzên hegemonîk kirin ku demildest dest ji sûcê ku kirine û ferz kirine, berdin û diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li her cihî û her kêliyê li qadan bin û wê di têkoşîna xwe bernedin.
Her wiha ciwanan Manheim “Rêwîtiya Azadiyê” ya 9’ê Sibatê, meşa enternasyonalîst a Baselê ya 10’ê Sibatê, meşa 25 rojan a Parîsê ku di 22’ê Çile de destpê kir û meşa dirêj a li Bakurê Kurdistanê tevî bi dehan zilm û zordarî li berxwe dan û heta Amarayê meşiyan silav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê di 17’ê Sibatê de beşdarî mîtînga cîhanî ya li Kolnê bibin, bang li hemû gelê Kurdistanê û dostên wan kirin ku beşdarî mîtînga Kolnê bibin.