BEYRUT- Ciwanên Kurd ên li Beyrûya paytexta Lubnanê dijîn, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo, daketin qadan. Duh danê êvarê bi dehan ciwanên Kurd bi motosîkletên xwe li kolanên Beyrûtê bi posterên Rêber Apo û dirûşmeyên “Bi Can Bixwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.