NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr bi daxuyaniyeke nivîskî li dijî polîtîkayên şer ên faşîzma dagirkeriyê Dewleta Tirk û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Balikesîrê 2 wesayîtên faşîst, li Beykoza Stenbolê 3 wesayît, li Şîle jî wesayît û mala polîsekî teqawîtbûyî şewitandin û anîne rewşeke ku neyê bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Xwîna rêhevalên me yên şehîd ên bi rûmet wê erdê nemîne. “Em ê Rêber Apo azad bikin û vê zîhniyeta qirker ji Kurdistanê derbixin.”
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
Dewleta Tirk a bê namûs ji hebûna xwe heta niha sûcên dijmirovahî kiriye, ku armanc jê tunekirina nasname, dîrok û heta hebûna gelê Kurd e. Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve li dijî vê fermana bêedaletî serî hildaye, derbên mezin li dewleta Tirk xistiye û hebûna me nîşanî hemû cîhanê daye û daye qebûlkirin. Derfet neda dewleta Tirk ku me vala derbixe. Vê dewletê ji mêj ve tawanên ku nayên xeyalkirin li hember gelê Kurdistanê kiriye, êşkence li wan kiriye, hewl daye xweza û dîroka me ji nav bibe. Tiştê ku di van tiştan de hêz dida wî hebûna wî ya di NATOyê de û peymanên ku bi welatên din re çêkiribû. Dema ku Rêber Apo ji bo li dijî vê fermana nayê qebûlkirin serî hilde û balê bikişîne ser van zilman çû Ewropayê, rastî îxanetê hat. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke îxaneteke bêaqil û nayê qebûlkirin hat revandin û birin Girtîgeha Îmraliyê ku niha lê dimîne. Ev komplo ne tenê bi îradeya dewleta Tirk, bi erêkirina welatên Ewropayê jî pêk hat. Dema ku Rêber Apo dîl girtin, difikirîn ku wê dawî bibe, fikirîn ku ew ê dewlemendiyên me bi dest bixin, fikirîn ku dê sûcên wan ên nefret bê bersiv nemînin û gel bêdeng bimîne. Bi vê hêviyê Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke nemirovî de tê ragirtin.
Em ji mêj ve hatine qetilkirin û îşkencekirin. Yên di girtîgehê de hatin qetilkirin em in. Yên ku di nava rojê de di nîvê rê de hatin girtin û wekî nenas hatine tomarkirin em in. Gerîlayên ku heta dilopa dawî ya li çiyayan dest ji têkoşînê bernedan em gerîla ne. Em Sakîne, Leyla û Fîdan in ku deh sal berê li Parîsê bi komployeke xayîn hatin qetilkirin. Em Hacî Lokman Bîrlîk in ku li Taxa Dîcleyê hat qetilkirin û pişt re bi dipûşkê kaş kirin. Em kesên li Cizîrê di sala 2015’an de li jêrzemînan bi benzînê hat avêtin û şewitandin, kal, ciwan, jin, mêr û zarok in. Em Dayika Taybet in ku di 19’ê Kanûna 2015’an de li Silopiyayê li ber çavên zarokên xwe gulebaran kirin û cenazeyê wê 7 rojan di nîvê rê de ma. Em Halît Ozdaşlî ne, yek ji wan bi sedan hevalên ku şahidê van hemûyan bûn û ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li girtîgehan bedena xwe dan ber agir. Ger em dest bi axaftinê bikin, ew ê nikaribin bêdeng bimînin. Ev nayên jibîrkirin, divê wisa bên bibîranîn ku di vê têkoşînê de hêzê bidin me. Divê hemû gelê Kurd dema têkoşîna xwe dimeşîne van bi bîr bîne û hêzê ji wan bigire û hêrsa xwe li hember dijmin derxe. Ev bêbersiv neman, nemînin, . Xwîna rêhevalên me yên şehîd ên bi rûmet wê erdê nemîne. Em ê Rêber Apo azad bikin û vê zîhniyeta qirker ji Kurdistanê ji holê rakin.