NAVENDA NÛÇEYAN – Rastiya gelek zarokên keç ên li Tirkiyê ku hatine zewicandin di daneyên fermî de jî derket holê. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di daneyên ku duh parvekir de “Di îstatîstîkên zewac û hevberdan yên 2023’an” de hat tesbîtkirin ku di navbera 16-17 salî de 10 hezar û 471 zarokên keç û 706 jî kur hatine zewicandin.
172 mêrên ku bi zarokan re zewicîne zewaca wan a duyemîn e
Li gor nûçeya BirGün; Dema em li rewşa medenî berê ya mêrên ku bi van zarokan re zewicane dinêrin, tê dîtin ku ji wan 168 kes hevberdayî ne, 4 ji wan hevjînê wan mirine yanî 172 ji wan zewaca duyemîn pêk anîne
Dîlok di rêza yekem de ye
Nêzî 600 zarokê keç bi mêrê temenê wan di navbera 30 û 45’an de ye hatine zewicandin. Bajarê ku herî zêde zarokê keç hatine zewicandin Dîlok e. Di Dîlokê bi giştî 960 zarokê keç hatine zewicandin, rêze duyem de jî Riha ye. Li Rihayê jî 928 zarêkê keç hatine zewicandin.
Temenê hin mêrên ku bi zarokên keç ên 16-17 salî re zewicîn wiha ne:
Temen 30-34: 504
Temen 35-39: 64
Temen 40-44: 9
Hejmara zarokên keç ên zarok anîne bê bersiv ma
Li aliyê din Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER) pirsa “Di sala 2023’an de ji 18 salî biçûktir çend zarok anîne dinyayê?” Di bersiva ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Tenduristiya Jin û Zayînê a ser bi Wezareta Tenduristiyê ve hat dayîn de, hat îdiakirin ku di derbarê zarokanînê de tu agahî tune.