MINBIC – Bi dirûşmeya “Em ê bi vejînekî ciwan xwe bi rêxistin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê îro konferansa xwe ya duyemîn li dardixe.
Bi amadebûna nûnerên komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û tevgerên ciwanan û jin, konferans bi pêşwazîkirina beşdaran û bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre jî şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê “Baran Çiya” axivî.
Baran Çiya lidarxistina vê konferansê li Tevgera Ciwanên Şoreşger û pîroz kir û bi gotina Rêber Apo a “Me bi ciwantî dest pê kir û bi ciwantî em ê bi ser bikevin” bal kişand li ser rola ciwanan. Destnîşan kir jî ku ciwanên şoreşger û jinên ciwan rihê civakê û motora dînamîk a tevgera şoreşgerî ne û bal kişand li ser xurtkirina rêxistinbûn û hişyarkirina ciwanan di civakê de.
Her wiha, bal kişand li ser bilindkirina têkoşîna şoreşgerî û temamkirina rêya şehîdan heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê yên ku bi fedekariya şehîdan hatin bi dest xistin.
Piştre jî perspektîfên Rêber Apo yên ji bo ciwan û jinên ciwan ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne El-Elî ve hatin xwendin.
Piştî wê rapora salane ya kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a parêzgeha Minbicê Ehmed El-Cemalî ve hate xwendin.
Konferans berdewam e.