TEBQA – Piştî erdheja ku duh li herêmê Gemlîkê ya parêzgeha Bursayê ya nêzî Girava Îmraliyê pêk hat, gelê Tebqayê îro danê sibê bi beşdariya hemû desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a navçeya Tebqayê bi xwepêşandaneke girseyî derketin kolanan.
Meş li taxa yekemîn bi girseya gel ku pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî û wêneyên Rêber Apo hildan dest pê kir.
Gelê Tebqayê hêrsa xwe ya anîn ziman û xwestin ku rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo bê eşkerekirin, çalakvan derbasî taxa duyemîn bûn û ji bo bîranîna canê şehîdan deqeyek rêzgirtin rawestiyan. Piştre ji aliyê Ehmed El-Omer ve li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Tebqayê axivî.
Di axaftina xwe de Ehmed El-Omer tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan li hember sûcên ku li ser Rêber Apo tên kirin şermezar kir û bal kişand li ser hevgirtina hemû pêkhateyan bi projeya netewa demokratîk re ku bingehê xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire.
Ehmed El-Omer bi soza bilindkirina têkoşîna li dijî dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo axaftina xwe bi dawî kir.