Sema Aysel:
“Min û heval Sorxwîn 2010’ê li Botanê hev naskir. Dema heval Sorxwîn hate Botanê koma wan yê derbasî çiyayê Cudî biban. Lê bê şansiyek çêbû û qûyryeya wan şehîd bû. Ji bo wî heval Sorxwîn li Besta gel me ma. Di çûyîna kar û xebat de, di nava jiyanê de, di diyalog û danûstandin de naskirina me bi heval Sorxwîn re hinekê çêbû. Bi rêka kar me hew naskir sê mehan li vir gel me ma. Tişta ku destpêkê taybetmendiya heval Sorxwîn de bala min kişand germahiya wê ya milê rêhevaltiyê de bû. Bi hevalê xwe re danûstandinê wî û heman demê de ku cihê ku lê rûdinişt civakbûna wê bû. Kesên derdora xwe re danûstandin, hevalên ku di xebat de astengî dikîşandin wan gûhdar kirin, wan fêm kirin û ji wan re buyîna alîkar di milê heval Sorxwîn de bi pêş diket.
Sekneke Heval Sorxwîn Ya Pir Asî Hebû
Sekneke heval Sorxwîn a pir Asî hebû. Heval Sorxwîn keçeke Rojhilat bû û bi asîbûna xwe di nav rêxistin de dihate naskirin. Di heman demê bi otorîtebûna wê jî dihat naskirin. Heval Sorxwîn cihê ku lê bûya vê derî coş hebû, moral û hêz hebû. Dema heval Sorxwîn li kêlaka te bûya tu hîs dikir ku hevaleke pir bi hêz li kêleka te heye. Her wiha hevaleke ku hem te fêm dike, hem jî milê mane dayînê de, hem jî milê hêz dayînê de me moral û hêzeke gelek mezin me ji sekna heval Sorxwîn digirt. Heval Sorxwîn bê ku ferq û cûdahiyek bixe navbera hevalan de bi hemû hevalan re danûstandin û diyaloga wî hebû. Heval Sorxwîn di dil û mêjiyê xwe de weke rêgez û çi pîvanên jinên azad hebe heval Sorxwîn xwe di wan milan de asteke pir mezin kûr kiribû û xwe pêra kiribû yek.
Fermandartî Hûner Dixwaze!
Dibêjin ya ger mirov keştiyên pişt xwe neşewitîne nikare pêşeroja xwe bibîne û gavên xort biavêje. Di hemû jiyana xwe de û di warê fermandariya xwe de heval Sorxwîn di asta rêhevaltiyê xwe avakiribû û çêkiribû. Fermandartî hûner dixwaze. Her kes zû û zû nikare bibe fermandar. Her kes nikare barê herkesê bide ser milê xwe. Her kes nikare derdê herkesî guhdar bike. Lê heval Sorxwîn barê herkesî dabû ser milê xwe. Ji hemû pirsgirêka re dibû bersiv. Heval Sorxwîn ji derdora xwe re pir moral dida. Heval Sorxwîn di wan mijaran de xwe çêkiribû û xwe avakiribû. Di milê fedekartiyê de, milê mûtevazîbûyîn de, rihê berbirsyariya jiyanê de, milê fedekariyê de asteke mezin di heval Sorxwîn de hebû. Diçû kuderî me hevdû dişopand, ji ber ku di navbera me de heskirinek pir mezin hebû. Heval Sorxwîn diçû kijan qadê ji xwe re zorî û zehmetî nedikir asteng.
“Min tu carê jiyaneke basît, tişteke basit ji xwere qebûlnekir û ezê tu carî jî xwere qebûl nekim.”
Heval Sorxwîn bi kîn û nefretek mezin li ser dijmin de diçû. Sekna heval Sorxwîn sekneke dîrokî bû. Ji ber jinên Rojhilat yên berî di dirokî de bi asîbuna xwe dihatin naskirin û di warê sekin da, bi şerê xwe, bi cesaretê xwe dihat naskirin. Heval Sorxwîn jî asîbûna xwe ji vêderî girtibû. Heval Sorxwîn hertim di jiyane de digot “min tu carê jiyaneke basît, tişteke basit xwere qebûlnekir û ezê tu carî jî xwere qebûl nekim.” Bi rastî jî wisa bû.
Heval Sorxwîn Xwe Di fikir Û Felsefeya Rêber Apo Re Kiribû Yek
Dema ku jiyan dikir û di şer de û di milê taxtîk de, milê rêbaz de, milê ku çawa kesek xwe perwerde bike û bi taybetî li hember dijmin çawa taxtîk bide avakirin, çawa ortam rêxistin bike baş dizaniya. Heval Sorxwîn diçû kuderî dibû zarokê wê derê. Dema heval Sorxwîn hat Botanê û ez heval Sorxwîn diçûn nava gel, me digot qey heval Sorxwîn zarokê botanê ye. Li gorî çanda wan, li gor adetê wan pir baş dizaniya nêz bibe. Ji ber ku heval Sorxwîn xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo re kiribû yek.
Heval Sorxwin Diçu Kû derê Heskirina Xwe Dixist Dilê Herkesî
Taybetmendiyên ku ji şoreşgerekî re bibe asteng heval Sorxwîn xwe ji wan astengiyan xilas kiribû. Heval Sorxwîn hertim nava hewildanan de bû ku ji derdora xwe jî wan astengiyan bide derbaskirin, derdora xwe jî di heman demê bîne wî astê. Heval Sorxwin diçu kûderî heskirina xwe dixist dilê herkesî. Çima ji ber heval Sorxwîn ew hertim digot ” Eger tu kesek hez bike, ew jî te hez bike, eger ku tu kesek re hevaltî bike, ew jî tere hevaltî bike, tu ji gelekî hez bike, wê ew gela jî ji te hesbike” hertim wisa tevdigeriya û heyanî şerê Kobanê. Belki li şerê Kobanê ez li gel heval Sorxwîn nebûm lê rastî jî heval Sorxwîn vê derî çawa tevgeriyaye, çawa nêz buye min hemû guhdar kiriye.
Îradeyeke Heval Sorxwîn Pir Xûrt Hebû
Min bixwe heval Sorxwîn guhdar kiriye û hevalên derdora wî mane guhdar kiriye. Sekna wî li hember DAİŞ ê û şerkirin, bi kîn û nefreta xwe çuyîna ser dijmin û hevalê kêlaka xwe parastin, cesaret dayîn li gel heval Sorxwîn hebû. Piştre heval Sorxwîn li Kobanê bîrîndar dibe. Heval Sorxwîn pir giran birîndar dibe. Min laşê heval Sorxwîn mezê kir, ji ber çend caran nîşanê min jî da laşe wî hemû perçeyên teqemaniyan bûn. Her derî laşê heval Sorxwîn bîrîndar bûbû, ji ber ku hemû parçe di laşî heval Sorxwîn de hebûn. Ez û heval Sorxwîn nêzî 8 mehan di saziya gaziyan de bi hevre man lê rojekî jî bîrîndariya xwe ji xwe re nekir asteng. Pir caran heval Sorxwîn diêşiya jî, nexweş jî dibû lê tu carî xwe nedida ferqkirin û nedihişt derdor pê bihese. Îradeyeke heval Sorxwîn pir xûrt hebû.
Heval Sorxwîn Min Re Digot Em Deyndarê Serokatiyê Ne
Di heman demê heval Sorxwîn hevaleke gazî bu. Serokatî çawa ji bo hevalen gazi mêzedikir, Serokatî çawa dinirxîne û Serokatî ji bo hevalên gazî dibije gazî şehîdên nemirin , heval Sorxwîn di ferqa wî de bu. Heval Sorxwîn li gorî wî tevdigeriya. Di hemû jiyana xwe de rabûn, runiştandin, danûstandin, diyalog, nîqaşkirin, parvekirin vana hemû heval Sorxwîn ferqa ku Serokatî çawa gotiye û çawa dinirxîne û Serokatî dibêje gazî şehîdên nemirin heval Sorxwîn hertim ked dida ji bo bibe layiqê wan peyvên Rêber APO. Heval Sorxwîn hertim wisa bi tevger bû. Min pir caran jêra digot xwe newestîne lê heval Sorxwîn pir caran min re digot em deyndarê Serokatiyê ne. Ji ber ku digot em du milan de deyndarê Serokatî ne ji ber ku Serokatî em cîhanê dan naskirin, azadî çiye me da naskirin, jiyana pîroz çiye me da naskirin û heman demê Serokatî çawa nezî şehîdan dibe em pêwîste li gorî wî nêz bibin, nêzî derdora xwe bibin. Hevalên ku jiyan dikin erka wan yeke lê yê me sê qat e. Hertim ew nîqaş navbera me heval Sorxwîn de çêdibû. Min û heval Sorxwîn li ser wan mijaran gelek nîqaş û diyalog dikir.
Heval Sorxwîn Xwe Di Paradigma Rêber Apo De Bi Pêş Xistibû
Tê bîramin hevaleke gazî bûya û astengiyên wî heba heval Sorxwîn bizanîbûya mutlaqa xwe digihand wî hevalê. Heval Sorxwîn xwe bi bername dikir xwe digihand wî hevalê. Pirsgirêkên wê guhdar dikir û çareserî jêra didît. Ji bo her hevalek gazî û ji bo her hevalek dîtir jî kesên ku alîkarî xwestiba, yanî ne karê heval Sorxwîn ba jî lê hevala Sorxwîn weke erkeke xwe didît. Tim digot erka mine. Weke hevalek, weke şoreşgerekî, weke jineke erka min e ku xwe bigîhînim wan kesan, yan jî xwe bigihînim wê dayîkê yan jî xwe bigihînim wî bavê. Dema heval Sorxwîn jiyan dikir ji Dêrik bigre heya Kobanê gelek kesan navê wî rakiribû. Di heman demê tê bîramin li botanê ez dizanim çend kesan navê heval Sorxwîn hên jiyan dikir navê wî rakiribûn. Heval Sorxwîn xwe di paradigma Rêber Apo de bi pêş xistibû. Heval Sorxwîn xwe gihandibû asta xeta jina azad. Heval Sorxwîn keştiyên pişt xwe şevitandibûn. Kesa ku keştiyên pişt xwe bişevtîne bi jiyanê re dibe yek. Ji bo na wî tu zorî, tu zehmetî , birîndarî, gazîbûyîn, teqez pêşiya wî nabû asteng. Çima ji ber Serokatî fêm kiribû. “