MINBIC – Bi dirûşmeya “Em ê bi vejînekî ciwan xwe bi rêxistin bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin” Tevgera Ciwanên Şoreşgea Minbicê îro konferansa xwe ya duyemîn li xist. Konferans bi hilbijartina 15 endamên meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dawî bû.
Bi amadebûna nûnerên komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û tevgerên ciwanan û jin, konferans bi pêşwazîkirina beşdaran û bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre jî şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê “Baran Çiya” axivî.
Piştre jî perspektîfên Rêber Apo yên ji bo ciwan û jinên ciwan ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne El-Elî ve hatin xwendin. Piştî wê rapora salane ya kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a parêzgeha Minbicê Ehmed El-Cemalî ve hate xwendin.
Ciwanên Şoreşger bi sînevîzyonekî xebatên xwe yên sala dawî pêşkêşkirin. Piştre li ser mijarên rêxistinî, pirsgirêkên ciwanan û çareseriya wan nîqaş hatin kirin.
Di dawiyê de jî 15 ciwan û jinên ciwan wek endamên Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hilbijartin.
Ji bo parvekirina encamên konferansê, daxuyaniyekî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed El-Silêman ve hate xwendin.
Konferans bi berz kirina dirûşmeyan ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Rêber Abdullah Ocalan’ bi dawî bû.