NAVENDA NÛÇEYAN – Delegeyên 3’yemîn Kongreya Meclisa Gel a Mexmûrê ji bo bal kişandina li ser rewşa Rêber Apo û bêhelwestiya CPT’yê piştî nirxandinên roja 4’an, bi bilindkirina 400 wêneyên Rêber APO daxuyanî dan.
Piştî daxuyaniya duh ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku diyar kir CPT çûye Tirkiyeyê lê serdana Girava Îmraliyê nekiriye, di heman demên de duh di demjimêrên êvarê erdhejek li Girava Îmraliyê pêk hat. Ji bo bal kişandina li ser rewşa Rêber Apo û bêhelwestiya CPT’yê, delegeyên 3’yemîn Kongreya Meclisa Gel a Mexmûrê daxuyanî dan çapemeniyê.
Piştî nirxandinên roja 4’an ya kongreyê, li salona kongrê bi bilindkirina 400 wêneyên Rêber Apo û dirûşmeya ‘Bê Rêbertî Jiyan Nabe’ daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Ciwanan Sîpan Yaman ve hat dayîn.
Sipan Yaman bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha got: “Wek gel, ciwan û jinên Kurd ji bo em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin tişta ji destê me tê em dikin. Em CPT’yê ji ber bêhelwestiya wan ya li hemberî tecrîda girankirî ya li Îmralî tê pêkanîn, şermezar didin. Îro netenê gelê Kurd, belkû gelek netewên bi bîrdoziya Rêber Apo bawerin, ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Di nava vê heftêyê de du caran li Îmraliyê erdhej pêkhat. Ji bo wê em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikarin. Ji bo ku em destê parêzerên Rêbertî xurt bikin, pêwîste wek gelê Kurd em dakevin qadan.”
Daxuyanî bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Bê Rêbertî Jiyan Nabe’, ‘Kes Nikarin Roja Me Tarî Bike’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.