ŞIRNEX – Kesên piştî êrîşa polîsan a li civîna gel a DEM’ê ya li Şernexê pêk hat hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Piştî civîna gel a li Şirnexê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tûncer Bakirhan, kesên ku piştî êrîşa polîsan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ê hat binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û ciwanên DEM’ê Vahap Admîş, Zennur Îrmez, Huseyîn Îrmez, Firat Îke û Ahmet Kaplan piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.