TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê li navenda xwe bi beşdariya 15 xortan dersekî li ser feraseta zihniyeta zilamsalar li dar xist.
Ders bi deqayek rêzgirtinê ji bo bîranîna canê şehîdan dest pê kir. Piştre jî bi pênaseya zîhniyeta zilamsalar û têgîna wê, li ser têkoşîn û rola jinê bi nûnertiya kesayeta şehîd Bêrîtan, şehîd Arîn Mîrkan û şehîd Jina Emînî ku ji bo azadiya gelan û parastina civakê xwe feda kirine, axaftin hatin kirin.
Gelek axaftin ji aliyê beşdaran ve jî hatin kirin û tekez kirin ku ji bo ji holê rakirina vê zîhniyetê, têkoşînekî hindurin û kesayetî û piştre jî di nava civakê de pêwîst e.