HESEKE – Li bajarê Heseke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê (TCŞ) di asta herêma Cizîrê de bi slogana “Bi vejînekî ciwanan xwe rêxistin bikin, Rêber Apo azad bikin” konferansa xwe ya 3’emîn li dardixe. Nêzî 1000 delege ji tevahîya herêma Cizîrê tevlî konferansê bûn.
Konferansê bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat dest pê kirin. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hatin xwendin. Piştre jî axaftina vekirin ji aliyê endamê rêveberiya kantona Heseke Şiyar Mehmed hat kirin.
Di axaftina xwe de Şiyar Mehmed wiha got: “Dixwazin ciwanan bibinxînin. Her wiha dixwazin di kesayetiya Serokatî de gelê kurd bibinxînin. Bila dewleta Tirk xewna xwe wek rastî nebîne. Divê ku bi hêza ciwanan em bihêlin Tirk ji xewn û xeyalên xwe şiyar be û vê heqîqet bibîne.”
Konferans heya êvarê berdewam dike û agahiyên berfireh derbarê wê ji aliyê ajansa me werin parve kirin.