DÊRAZOR – Di çarçoveya hemleya ku Înîsiyatîfa Gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da dest pê kirin, Desteya Ciwan û Werzîş a Dêrazor di tevgerê de ye ji bo komkirina imzeyên gel.
Ji bo komkirina imze standekî hat vekirin û endamên Deste derbasî malên gel bûn.
Hedefa vê hemleyê komkirina hejmarekî mezin ê imzeyên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, da ku Konseya Ewrûpa û saziyên mafên mirovan ên navnetewî bi erkê xwe rabin û dewleta Tirk mecbûr bikin ku qanûnên navnetewî pêkbînin.