MINBIC – Di bin dirûşmeya pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê beşdarî hemleya komkirina imzeyên gel ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe.
Îro danê sibê, Ciwanên Şoreşger ên Minbicê dest bi kampanya îmzeyan kir. Ciwanan kolan bi kolan, dikan bi dikan, ji şêniyên bajarê imzeyên ji bo vê hemleyê xwestin.
Hedefa vê hemleyê komkirina hejmarekî mezin ê imzeyên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, da ku Konseya Ewrûpa û saziyên mafên mirovan ên navnetewî bi erkê xwe rabin û dewleta Tirk mecbûr bikin ku qanûnên navnetewî pêkbînin.