HELEB – Îro li bajarê Helebê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên tevgera ciwanan Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha ku di çalakiyekî li darxistin. Endama Komîteya PKK’ê a Ciwanan Bişeng Brûsk û endama rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha di êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a 28’ê Tîrmehê 2023’an li Herêmên Parastina Medya de şehîd bûn.
Bîranîn bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê dest pêkir. Piştî wê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger Hêva Bekir axivî û got:
“Di şexsê herdû pêşengên me de tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin û bi rêzdarî bejna xwe beramberî wan ditewînin. Em êrîşên dewleta faşîst û dagirker a Tirk şermezar dikin. Em soz didin ku em ê li hemberî êrîşên dewleta faşîst bibin mertalên zindî. Em tu carî bêdeng namînin, emê pêy riya şehîdan xebatê xwe bidin meşandin heyanî ku azadîya fîzîkî a Rêber Apo mîsoger bikin û xeyalên şehîdan pêk bînin emê têbikoşin.
Di dawiyê de ji bo bîranîna Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha û tevahî şehîdên şoreşê li ser gorîstana şehîdan mûm hatin vêxistin.
Bi berzkirina siloganên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bimire Îxanet” çalakî bi dawî bû.