MEXMÛR- Li Wargeha Mexmûrê Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha ku di 28’ê Tîrmehê de li Herêma Parastina Medyayê şehîdbibûn, hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk (Rojda Bîlen) û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir) ku di 28’ê Tîrmehê de li Herêma Parastina Medyayê şehîdbibûn, hatin bibîranîn.
Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, bi amadebûna gel û beşdarbûna sedan ciwanaû bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê sicîla herdu şehîdan hatin xwendin. Li dûv wê re li ser navê xelkê amade Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axivî û di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: “Dema mirov behsa şehîd dike, mirov nizane wê çi bibêje. Ji ber ku wate û girîngiya şehîd pir mezine. Her du şehîd jî, di temenên xwe ên biharê de, tevlî nava şoreşê dibin. Dilê wan ji bo azadiyê lê dide û têkoşînek bê hempa didin meşandin. Heval Bîşeng li Ewropa ji dayîk dibe û pergala li wir napejirîne û berê xwe dide çiyayên azad. Herdu hevalan jî ji bo şoreşê canê xwe fedakirin û bûn rêhevalê Sara û Bêrîtanan. Di nava şoreşê de jî ti caran xwe ji kar nedane paş û timî di pêş de xabat dan meşandin. Divê em wek gel xwedî li soz û peymana wan şehîdan derbikevin û bi karê xwe, xebat û têkoşîna xwe tolê hilînin.”
Her wiha Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Hisên Kara jî axivî û di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku dijmin ji ber ku têk çûye, niha bi xiyanetkar û hevkarên xwe re bi kel û pelên leşkerên Iraqê berê xwe dane Herêmên Parastina Medyayê. Hisên kara got: “Herdu şehîdên me jî rûmeta me ne. Cihên ku ev herdu heval, lê ji dayîk bûne û li wir tevlî nava refên gerîlayan bûne, pir stratejîkin. Rihên fedayî yên Sara û Bîşeng dijmin aniye li ber tûnebûnê. Hevalek ji Ewropa yek jî ji bajarên Tirkiyeyê berê xwe dan Zapê û ji bo welatê xwe têkoşînkirin. Em wek malbatên şehîd û şervanan slavên xwe ji gerîlayên li Zapê re dişînin.”
Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
Her wiha konê sersaxiyê li Komîteya Malbatên şehîdan hate vedan û wê heta danê êvarê Meclis, sazî û gelê wargehê ji bo sersaxiyê ziyaret bikin.