NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH Nûbar Ozanyan bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi armanca şermezarkirina tecrîd û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û zextên giran û êrîşên li ser Rêber Apo, li ser depoya BÎM’ê ya ku alîgirên fermana faşîst e, çalakiya sabotajê li dar xistin.
Ravekirin wiha ye;
Seferberiya milîsên me yên ji bo şermezarkirina zext û êrîşên giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û şikandina tecrîdê didomin.
Ji bo piştgirî dayîna Rêber Ocalan ku ev çaryek sed sal in di bin êrîşên bê hempa de berxwedana xwe ya li dijî pergala tecrîd û îmhayê ya taybet a Îmraliyê dimeşîne, ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindan û girtîgehan û ji bo piştgirî bidin pêngava gelê me ya ku ji bo Rêber APO daye destpêkirin, me li Stenbolê çalakiya sabotajê li dar xist. .
Wek milîsên HBDH Nûbar Ozanyan, milîsên me 21’ê Sibatê nîvê şevê li Beylikduzuyê çalakiyek li dar xistin û li dijî depoya BÎM’ê ya ku alîgirên fermana faşîst e çalakiyek sabotajê li dar xist.
Piştî çalakiyê milîsên me bi awayekî serketî ji herêmê derketin.
Ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan re Azadî!
Yekane Riya Şoreşa Yekgirtî ye!