QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Werzîşê ya Jin bi boneya nêzbûna roja cîhanî ya jinê kedkar 8’ê adarê pêşbîrkekî bîsîklet li bajarê Qamişlo li dar xistin.
15 jinên ciwan beşdarî vê pêşbirkê bûn ku ji çerçereya Osman Sebrî dest pê kir û nêzî 500 metro berdewam kir. Jina ciwan ku pileya yekem bi dest xist hat xelatkirin.