ŞEHBA – Îro li navçeya Ehdas a Şehbayê bi pêşengtiya Yekîtîya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehba ji bo bîranîna şehîd Sara Hogir Riha û şehîd Bişeng Brûsk meşek hat li dar xistin. Sara Hogir Riha Bişeng Brûsk di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên 28’ê Tîrmehê de li ser Hêrêmên Parastina Medya şehîd bûn.
Bi sedan ciwan û jinên ciwan beşdarî çalakî bûn. Meşê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” ji çarxereya Ehdas dest pê kir û heya gulîstana Rêber Apo berdewam kir. Li wir meş veguherî mitîngê û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Emîne Ebdo axaftin kir û sersaxî ji gelên berxwedêr û têkoşer re xwest. Her wiha, soza tolhildana şehîdên tekoşînê azadiyê da.