DIRBÊSIYÊ – Endama Komîteya PKK’ê a Ciwanan Bişeng Brûsk û endama rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha di êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a 28’ê Tîrmehê 2023’an li Herêmên Parastina Medya de şehîd bûn.
Îro li bajarokê Dirbêsiyê, bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo bîranîna şehîd Bişeng Brûsk û şehîd Sara Hogir Riha meşekî girseyî hat li darxistin. Bi sedan gel, ciwan, endamên Tevgera Ciwanên şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û saziyên navçeyê Dirbêsiyê ji bo bîranîna herdû pêşengên tevgera ciwanan daketin kolanan.
Meş li qada Jinê ber bi navenda Kongra Star berdewam kir. Kesên beşdarî meşê bûn fotografên Rêber Apo, fotografên herdû şehîdan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hildabûn. Her wiha, siloganên “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hatin berz kirin.