HESEKÊ- Şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir bi pêşengiya Yekitiya Jinên Hesekê bi meşekê hatin bîranîn.
Endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk û Endama Rêveber a Komalên Jinên Ciwan-Komalên Ciwan Şehîd Sara Hogir ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê bi meşekê hatin bîranîn.
Tevî jinên ciwan bi sedan ciwan û gelê Hesekê beşdarî meşê bûn. Ciwanan di meşê de wêneyên her du şehîdan ku li ser “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Em ê tola şehîdên xwe hilînin” hatibûn nivîsandin hilgirtin.
Meşê li meydana Sinalco dest pê kir û heta parka Rêbertiyê berdewam kir. Di tevahiya meşê de girseyê bê navber dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Tolhildan Soza me ye” berz kirin.
Piştî meşê li parka Rêbertiyê li ser wateya rojê ji aliyê Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Medya ve axaftinek hat kirin.
Medya di axaftina xwe de wiha got;
“Şehîd Bişeng ne tenê li çiyayên azad li her çar parçeyên Kurdistanê şer kir. Bi hezaran jinên ciwan rêxistin kir û azad kir. Bi her şehadetê re bi hezaran Bişeng çêdibin. Bi hezaran jinên ciwan wê tola şehîd Vejîn û şehîd Bişeng hilînin. Şehîd Bişeng li qada Rojhilat xebat kir û bi sedan jinên ciwan bi rêxistin kir. Heval Bişeng pêşengekî mezin bû, ji ber wê jî bû hedefa dijmin.
Em bang li hemû jinên ciwan dikin. Her kes rabe ser piyan û erka tolhildanê hilgire ser xwe.
Dijmin bi van şehîdan bi ti awayî nikare vîna me bişkîne. Soza me wê tolhildan be. Em ê xwîna şehîdên xwe li dû xwe nehêlin û dijmin tune bikin.”
Çalakiya bîranînê bi dirûşmeya Tolhildan Soza me bi dawî bû.