MEXMÛR- Li Wargeha Penaberan ya Mexmûr ji bo Endama Koordînasyona Komelên Jinên Jiwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bîşeng Birûsk (Rojda Bîlen) û Endama Rêveberiya Komelên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir) ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn li Saziya Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê hat vedan.
Konê sersaxiyê yê ku ji bo Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bîşeng Birûsk hatibû vedan, ji aliyê xelkê wargehê û saziyên wê ve hatin ziyaretkirin. Li ser navê Semta Şehîd Elî Şêr û şaredariya wargehê, Hevserokê Şaredariya Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî axivî.
Her wiha li ser navê Semta şehîd Rûbar, Qedrî Şirîşeyî jî axivî û destpêkê sersaxî ji bo Rêber APO û tevahî gelê Kurdê azadîxwaz xwest û wiha got: “Her du kesayetên ciwan di vê rêyê de xwe kirin mînak. Beriya niha jî di torena wan de hat pênasekirin ku çawan beşdarbûnek watedar û piratîk jiyankirine, bi heman şêweyî cihê ku şahadeta wan lê çêbûyî jî di asta lutkeya şerê gelê şoreşgerî ya gelê Kurde û xeta jina azad têde tê temsîlkirin nîşaneya vê yekê ye.”
Bedran Pîranî di despêka axaftina xwe de sersaxî ji bo Rêber APO, gerîlayên serê çiyan û tevahî xelkê amade xwest û wiha peyîvî: “Wek tê zanîn li ser şehîdan axaftin têrê nake ku mirov baxive, tenê ew erk û berpirsyariya ku şehîdan dayî me, em li ser doz, heqîqet û rastiya wan bimeşin. Em xeyalên wan bigihînin serkeftinê û li ser şopa wan tekoşînê hîn bilindtir bikin. Ji bo wê bitaybet dema em meyze dikin di Kurdistanê de li ser tevgera azadiyê şerekî pir giran tê meşandin, ji ber wê em îro ciwanên xwe yên bedew şehîd didin. Em dizanin me dijminekî hov û nemerd heye, îro li her çar aliyên Kurdistanê êrişên li ser gelê Kurd û Tevgera azadiyê li ber çarvê hemû cîhanê tê meşandin. Em dubare dibêjin li ser şehîdan gotin kême, tenê em dikarin xeyalên wan û têkoşîna wan di nîvî de nehêlin û li ser şopa wan bimeşin.”
Li ser navê pirotokalê jî Îsmaîl Hilalî axivî û destpêkê xêrhatina xelkê wargehê kir û wiha got: “Em jî dibêjin destpêkê serê Serokatî, rêhevalên wan û girtiyên zindanan saxbe. Em di hemû gotinên xwe de dibêjin Şehîd Namirin, şehîd xeta me ya sore, nirx û ronahiya me ye, ev rastiyek ya me ye. Parasitina van nirxan encex em bi têkoşîn, berxwedan, xwe guhertin, bi fikir û zikirê xwe em bikaribin biparêzin.”