MINBIC – Di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro danê sibê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê meşekî girseyî ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî û daxwaza eşkerekirina rewşa Rêber Apo kir li darxist.
Bi sedan gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî û tevgerên ciwan û jin beşdarî meşê bûn. Meş ji çerxereya El-Mîzan a Minbicê dest pê kir û heta çerxerêya El-Mesab berdewam kir. Pankartên şermezarkirina komploya navneteweyî û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.
Piştre beşdaran deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan rawestiyan. Piştî wê li ser navê meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Raba Bekir û Mihemed Hossam El axivîn.