NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker vê sibê 4 erebe li Dêrikê hedef girtin.
Têkildarî êrişê, malpera fermi ya Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku di êrişê de 3 endamên hêzên Sotoroyê şehîd bûne.
Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne: Şerbêl Neîm Salîba, Cemîl Hena Hena û Mizefar Mihemed Mihemed.
Her wiha meclisê diyar kir ku 2 endamên din ên bi navên Corc Şîmo Yuhena û Danî Semîr Xelef birîndar bûn.