TEBQA – Îro dewreyê hemşîretiyê ya bi navê şehîd Bêrîtan Navdar ku Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk li navenda xwe li darxistin bi dawî bû.
Dewre bi amadebûna 15 ciwan û jinên ciwan mehekî berdewam kir. Dersên teorî û pratîkî hatin dayîn û di dawiyê de beşdaran di ezmûnekî de derbas bûn. Endamên perwerde ji aliyê mamosteyê pispor ve hatin nirxandin û bawername ji wan re hatin dayîn.
Her wiha di dewreya hemşîretiyê de gelek dersên îdeolojîk hatin dayîn, di serî de li ser Şerê Şoreşgerî yê Gel, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û şerê taybet.