ATÎNA- Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ku di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de hatin cem hev, di maça Panatinakos a Basketbolê ya Jinan a li paytexta Yewnanîstan Atina de hat lidarxistin de posterên Rêber Apo vekirin û daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo qîriyan.
Ciwanan jî ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk û endama rêveber a Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibûn, wêneyên şehîdan hildan.
Ciwanên ku di tribûnê de bi daxwazên xwe yên Ji Rêber APO re azadî qîr kirin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bang kirin