NAVENDA NÛÇEYAN
Di danê sibehê de cenazeyê ciwanek daliqandî li taxek a bajarê Silêmaniyê hate dîtin. Piştre cenaze rakirina tiba edlî ya Silêmaniyê.
Rêveberê Navenda Beşa Lezgîn a Silêmaniyê Saman Nadir ji Rojnews’ê re ragihand ku di danê sibehê de li taxa Bextiyar a bajarê Silêmaniyê cenazeyê ciwanek daliqandî hate dîtin û cenaze rakirin tiba edlî ya Silêmaniyê.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, ciwanên cenazeyê wî hatî dîtin 23 salî bû û di restorantek ya li Bextiyar de kar dikir.
Li ser buyerê gote gotên cuda jî hene ku buyer di encama pirsgirêkên civakî de çêbûye, lê heta niha aliyên peywendîdar ti agahiyên fermî li ser buyerê belavnekirine.