WAN– Yekîneyên Yekiniyên Parastina Cewherî (YPC) yên Wanê ji bo balê bikşînin ser 36 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayên girtin û şert û mercên giran ên tecrîdê, li ser rêya asîmanî ya li navenda Wanê, posterê Rêber Apo daliqandin.
YPC’ê têkildarî çalakiya xwe ev agahî da:
JI GELÊ ME YA WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ RE
Ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêber APO, li WAN’ê posterê Rêber APO li ser riya derbasbûnê ya jorîn hat daliqandin. Dewleta Tirk a dagirker ev 36 meh in ku tecrîda li ser Rêber APO bi awayekî mutleq bê dimeşîne ku em ji Rêberê xwe tu agahî nagrin. Bi kêmkirina dengê Rêber APO re hewl dide têkiliya Rêber APO ya bi gel re qut bike.
Divê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê baş bizane ku wê ti carî nikaribe Rêber Apo ji gelê Kurd û gelên bindest ên cîhanê qut bike.
Yekîneyên me yên YPC’ê yên Wan’ê danê êvarê bi daliqandina posterê Rêber APO li pêşiya standa navendî ya Wanê, bal kişandin ser tecrîda girankirî û nebûna peywendiyê.
Rêber Apo xeta me ya sor e. Heta ku Rêber APO azad nebe Kurdistan azad nabe. Bi şîara “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber Apo bibin yek û banga tevlîbûna nava refên me dubare dikin.
EM HATIN !
BÊ SEROK JÎYAN NABE !
BIJÎ, BIJÎ SEROK APO!
YEKÎNEYÊN PARASTINA CEWHERÎ