ŞEHBA – Îro li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo 8 adarê, roja cîhanî a jinên kedkar, semîner û sînevîzyonekî bi gel û ciwanan re dan temaşkirin. Bi dehan kes beşdarî sînevîzyon û semînerê bûn.
Di çalakî de gelek nîqaş li ser dîrok û bingeha 8 adarê hatin vekirin. Di dawiyê de bi siloganên “Jin, jiyan, azadî”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana 8’ê adarê” hatin berzkirin.