REQA – Bi durişma ˊBi vîn, îsrara me em ciwanan bi rêxistin dikin, welat azad bikin û Sûriyeke pêşerojê ava bikinˊ kongreya 2ˊyemîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê bi beşdariya endamên meclisê û sekreteriya giştî ya partiyê hat lidarxistin.
Kongre bi axaftina ji aliyê hevserokê Partiya Sûriyê Pêşerojê Ebdulhemîd El-Mehbeş ve dest pê kir û wiha got: “Bi destpêşa şoreşa Sûriyeyê re ciwanan rola girîng lîstin, lê piştî şoreş ji ber destwerdanên derve ji meyla xwe derket, nakokî û şer li hundirê Sûriyeyê zêde bûn. Ji wê zêdetir binesaziya welat hat wêrankirin. Ew hemû ji ber siyaseta rejîma Sûriyeyê bûn. Di encamê de bandoreke neyênî li ciwanan kir û van destwerdanên derve hewl da ciwanan ji cewhera wan vala bikin.”
Berdevkê Meclisa Ciwanan Sûriya Demokratîk Zana Mistefa axivî û got: “Em li Sûriyê ji sedan salan ve di krîza nasname, aborî, siyasî, krîza vîna jin û ciwanan de dijîn.”
Mistefa wiha domand: “Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo xelasiya ji van krîzan girîng e. Rola ciwanan di partiyê de pêşeng e.”
Dûre endama Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Şeza El Elî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û wiha got: “Em di rewşên zehmet re derbas dibin. Kurdistan di van nakokiyan de dijî. Lê hêzên kapîtalîst hewl dide berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin.”
Dûre rewşa rêxistinî, rêziknameya hundirîn û çalakiyên partî beşdar bûne hatin xwendin. Dîwan û beşdaran li ser nîqaş kir û dûre deriyê hilbijartina serokatiya meclisê hat vekirin. Kongre bi encamnameyan bi dawî bû û ji hêla berdevkê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Cimêlî ve hatin xwendin.
Biriyar ku hatin girtin ev bûn:
1 – Divê em pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya doza Kurdî de bi rola pêşeng rabin.
2 – Em dosyaya şehîd Hevrîn Xelef û şehîd Ferhad Remedan bişopînin û banga rakirina wê dozê ji dadgehên navneteweyî re bikin û banga cezakirina sûcdaran bikin.
3 – Divê şer raweste, aştî li Sûriyeyê misoger be, girtî werin berdan, çarenûsa windayan were aşkerakirin û xebat li ser vegerandina koçberan were kirin.
4 – Meclisên ciwanan li tevahî herêm, navçe û komîteyan jinûve were sazûmankirin.
5 – Girîngî li ser diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bê dayîn û divê girîngî li ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî bê dayîn.
6 – Tevahî dagirkeriyên li Sûriyeyê bên bidawîkirin, bi taybet dagirkeriya Tirk.
Di dawiyê de meclisa giştî ji 50 endamî hat hilbijartin, Ehmed El Cimêlî bû berdevkê meclîsa ciwanan, Ezab Cirêcib bû cîgira berdevkê meclîsa ciwanan.