SILÊMANİYE- Îro evarê du hunermendên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê semînarek li ser dîroka mûzîka Kurdî û bandora muzîkê li ser olên Êzdayetiyê û Yarisanî pêşkêş kirin.
Bi dehan hunermend, ciwan, nivîskar û rewşenbîr beşdarî semînerê bûn. Ev semîner ji aliyê sazûman Azadbunê ve hat organîzekirin.
Semîner her wiha ji aliyê du hûnermend Rezwan Taha û Mîr Ekber ku yek ji hunermendên ciwan ên Başûrê Kurdistanê ye ku li ser dîroka mûzîka Kurdî û berxwedan û şoreşgerî ya mûzîk û hûnerê nivîs û xebat kirine, hate pêşkêşkirin.
Ji aliyeke din ve beşek ji semînerê hate terxan kirin ku behsa çawaniya parastina hûner û folklora Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û girîngiya sîstema Konfederalîzma Demokratîk ji bo parastina nasnameya hûnerî ya netewî ya Kurdî û çîrokên kevnar û folklora Kurdî hate kirin.
Axaftvanan diyar kirin ku bi xwendina nirxandinên Rêber Apo re em dikarin hûnera berxwedanê fem bikin û anîn ziman ku Rêber Apo bi şîrovekirina çîroka welatê Derwêşê Ebdî di çîrokên gelêrî de dixwaze qala girîngiya evînê Kurdistan bike.
Wan got ku li hemberî dagirkeriya çandî û êrîşên şerê taybet li ser muzîk û hûnera Kurdî, têgihîştina aliyên hûnerî yên şoreşgerî yên ola Yarisan û Êzdayetiyê û şîroveyên Rêber Apo dibe alîkar ku kesayeta ferdê Kurd baştir were naskirin.