GERMIYAN- Di danê sibehê de xwendvanek 14 salî li mala xwe de bi demanceyê dawî li jiyana xwe anî. Polîsan diyarkirin ku li ser buyerê lêkolîn destpêkirine.
Kuştin û xwekuştinên jinan ên li Herêma Kurdistanê berdewamin. Îro jî nuçeyek ya xwekuştina jinan hate belavkirin. Rêveberiya Polîsên Germiyanê ragihand ku di danê sibehê de li navçeya Rizgarî ya ser bi bajarokê Kelar cenazeyê jinek ciwan ku bi guleyê jiyana xwe ji dest da bû anîn tiba edlî ya Kelarê.
Her wiha polîsan diyarkirin ku kesûkarên keça bi navê D-A-E (14) ragihandine ku D-A-E xwendevan bû û li gel dayîka li mal bû, îro di danê sibehê de bi demanceya bavê xwe ku pêşmergeyek xanenişîne, gule li bedena xwe da û jiyana xwe ji dest da.
Polîsan dest danîne li ser demanceyê û amêrên elektronîk yên qurbanî û lêkolîn li ser buyerê dane destpêkirin.
Çend rojek ji bo 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jinên Cîhanê maye ku ji bo parastin û rêgirîkirina jinkujiyê hatiye ragihandin. Lê di nava du mehên borî de ev buyera 13 ya kuştin an jî xwekuştina jinan ya bi guman a li Herêma Kurdistanê ye.