ANTWERPENDE- Ji aliyê Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Belenux bi pêşengiya Meclisa Ciwanên Şehîd Çekdar Canfeda Med, bi beşdariya gelek Welatparêzên Kurd û dostên wan ên li Antwerpenê, di çarçoveya Pêngava “ji Rêber Apo re azadî, Pirsgirêka Çareseriya Kurd” tecrîd û polîtîkayên li ser Rêber APO hatin protesto kirin. Her wiha ji bo Komîteya Ciwanên PKK’ê Şehîd Bîşeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Şehîd Sara Hogir Riha ku di meha Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker de şehîd bûn û ji bo endamê Koordînasyona Rojhilat Şehîd Tolhildan Qendîlê ku di êrîşa hewayî ya 17’ê Îlonê de li herêma Pencewînê şehîd bû, ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê di şexsê her sê şehîdan de daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Pîvana me Zap e, soza me azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ye” a bi kurdî û alên Rêber Apo, PKK û KCK’ê hatin hilgirtin.
Piştî ku daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo bîranîna Şehîd Bişeng û Şehîd Sara hate xwendin, ciwanan dest bi meşê kirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên Şehîd Namirin û Bijî Serok Apo bi dawî bû.