DÊRAZOR – Îro jinên Dêrazorê, bi boneya nêzbûna roja jinên kedkar ên cîhanê 8’ê adarê, di bin diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo azadîxwaziya jin meşiyan. Bi sedan jin, şênî û endamên saziyên sîvîl û leşkerî beşdarî xwepêşandan bûn.
Ev xwepêşandan ji aliyê Koma Jin a Zenobiya ve hat li darxistin. Meşê ji saziyên civaka sivîl heta dorhêla Salhiyê destpê kir. Wêneyên Rêber Apo, alên Koma Jin a Zenobiya û alên Asayîşa Jin hatin hildan. Di dawiyê de jî ji aliyê berdevkê Kombûna Jin a Zenobiya daxuyaniyekî hat xwendin.