ŞENGAL- Ji merasîma şehîd Sadûn Mîrza Elî yê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîdbû, peyamên berxwedana li dijî êrişên qirkirinê û hesab pirsîna ji kesên sîxûriyê ji PDK’ê û dewleta Tirk re dikin derkete pêş û banga: “Em Êzidiyên xwedî îradene, ser didin sirê xwe nadin. Em ne ji teyare ne jî ji ti pîlaneke dijmin natirsin. Em soz didin, malbata şehîd Sadûn û gelê xwe, destê kî di şahadetê de hesabê jê bixwazin.”
Endamê Rêveberiya Saziyên Malbatên Şehîdan ya Şengalê Sadûn Mîrza Elî 29’ê Sibatê, dema amadekariya merasîma salvegera şehîdbûna Fermandarê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo dikir, li navbera gundê Werdiyê-Ziravikê ya girêdayî Tilizêr a Şengalê hatibû hedef girtin û şehîdbibû. Di roja şehîdbûna Şêrzad Şemo de, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Serdeştê bi merasîmeke girseyî hate definkirin. Herdu şehîd bihevre hatin bîranîn.
3 rojin konê sersaxiyê li Şengalê hatiye danîn û xelk serdana kon dike. Di roja 4’emîn a şahadetê de, merasîm bi beşdariyeke girseyî ya hemû sazî û rêxistinên Şengalê bi dawî bû. Di merasîmê de îro jî xêra şehîd hate dayîn.
Wêneyê şehîd Sadûn li gel birayê wî û pismamê wî yê şehîd hate daliqandin û çira hatin pêxistin. Du birabûn, herdu bira jî di oxira parastina Şengalê de şehîdbûn. Şehîdbûna wî li seranserê Şengalê bû sedema xemgînî û hêrseke mezin. Di merasîmê de jî gel bihêrs û xemgîn bû.
Bîranîna îro, bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdên berxwedana Şengalê û 74 fermanan re destpê kir. Ji ber dê û bavê şehîd Sadûn jiyana xwe ji dest dane, dayîkên Şengalî, xwişkên şehîd û malbata wî bi tenê nehiştin.
Dayîka şehîd Dijwar Feqîr dayê Xoxê Cindî ku destpêkê axivî, got, ew bi şehîdên xwe serbilind û bangeke girîng li malbatên ku zarokên wan ketine xefka sîxûriyê ya dewleta Tirk û PDK’ê kir û got: “Em hazirin ku alikariyê bidin malbatên ku zarokên wan ketine bin bandora dijmin, da ku zarokên xwe vegerînin ser rêya rast û rêya parastina civaka xwe. Bi hezaran keç û xortên me bûn hedef, lê wê Êzidî serê xwe li beramberê êrişan netewînin. Êzidî li ku bin jî divê pişta civaka xwe bigirin û parastina Êzidiyan bikin. Şehîd Sadûn, birayê wî û pismamê wî jî parêzvanê wî civakê bûn. Em sersaxiyê ji malbata wî û ji hemû Êzidî û hevalên xwe re dixwazin.”
‘Armanca êrişan valekirina Şengalê ji Êzidiyan e’
Piştî dayê Xoxê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Îlyas jî di merasîmê de axivî û malbata Barzanî ji êrişên li ser civaka Êzidî berpirsyar girt. Xwedêda Îlyas di merasîma şehîd de van peyaman da: “Hevkarên xayînan berpirsên van êrişên li dijî civaka Êzidî ne. Pêşmergeyên mala Barzanî yên girêdayî MÎT a Tirk ji 2014’an ve her êrişên xwe li dijî me didomînin. Zarokên civaka Êzidî tên hedefgirtin, xwesteka wan ev e ku Şengalê ji Êzidiyan vala bikin. Dema Şengal aram bû, dîsa dest bi êrişên xwe kirin. Bi vî awayî hewl didin vîna milletê Êzidî bişkînin. Lê îradeya me ji tank û topên dijmin xurtir e. Ên weke heval Sadûn, heval Zerdeşt, Pîr Çeko, heval Tirêj û hemû pêşengên vê civakê, li beramberî xiyanetê sekinîn. Mala Barzanî weke di dîrokê de dîsa hevkariya xwe bi dijminê Kurdan re dewam dike. Hevalê Sadûn mixabin di encama êrişên hovanê yên dewleta Tirk de şehîd bû. Dijmin, xayîn û xwefiroş, bi zanebûn pêşengên civaka me hedef digirin. Heval Sadûn jî li beramberî vê xiyanetê disekinî. Em careke din sersaxiyê ji malbatê û ji civaka Êzidî re dixwazin. Em terka axa xwe nakin, em ê li ser şopa Şehîdên xwe bin û bibin derziyê di çavê dijmin de.”
‘Êriş wê bê bersiv nemînin’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico jî tevlî bîranîna Şehîd Sadûn bû û wiha axivî: “Her şehadetekê ku li Şengalê tê jiyîn, pir bi êşe. Lê em bi şehadetan gav paş ve na avêjin. Eger me teslîmîyet û xwefiroşiyê qebûl kiriba, nedihatin şehîdxistin. Lê daxwaza wan têkbirina vîna me ye. Em Êzidiyên xwedî îrade ne û li ser şopa heqîqetê dimeşin. Hevalên weke Dijwar, Zerdeşt û Seîd bi tenê bûn, lê eşîr û civakê birêve dibirin. Em civakekê ku serê xwe dide lê sirê xwe nade ye. Em ne ji teyare, ne ji sixûr û ne jî ji planên dijmin natirsin. Çiqas êriş bikin, em ê rêxistiniya xwe xurtir bikin. Bi şehîdxistina Sadûn, Dijwar û Gêncoyan wê çavê me netirse, wê kîna me hîn mezintir bibe. Em baş dizanin ku hevkarên bi dijminê me re nebûna, wê dijmin nikaribûn li vir êriş bikin. Lê em dibêjin em, ne we ne jî zarokên we efû dikin. Ji vê rê vegerin! Divê malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û rê nedin xiyanetê.”
‘Destê kî di şahadeta hevalê Sadûn de hebe, wê hesab jê were xwestin’
Riham Hico weke din bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya li civaka Êzidî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ên ku dijmijnahiya koka xwe kirin heta niha bûn sedema fermanan, divê em vê êdî qebûl nekin û wan tine bikin. Heval Sadûn jî li dijî vêya têdikoşiya. Ji bo Êzidî nebin koleyên kesekî ked dida û têkoşîn kir. Şehîd Sadûn her tişta xwe daye vê civakê. Em li vir soz didin, malbat, xwişk, zarok û hevjîna Şehîd Sadûn, kesên ku tiliya wan di şehadeta heval Sadûn de heye, wê hesab ji wan were xwestin û bê bersiv nemînin.”
Endamê komîteya malbatên Şehîdan Hemed Azad jî nasnameya Şehîd Sadûn xwend û teslîmî malbatê kir. Piştî axaftinan sînevîzyona di derbarê jiyan û têkoşîna Şehîd Sadûn de hate nîşandayîn û dirûşmeya, ‘Şehîd Namirin’ hate gotin.
Piştî bîranînê xêra şehîd hate belavkirin.
(fk)