NAVENDA NÛÇEYAN- Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” her ku diçe berfireh dibe. Rêxistina ciwanên sosyalîst Abahlalî base Mjondolo, ku di sala 2004’an de ji bo parastina mafên bi milyonan ên li Efrîkaya başûr di malên bereqeyan de dijîn û 120 hezar endamên wê hene, hat avakirin, Civîna xwe ya Giştî li dar xist. Di civînê de pêngava azadiya ji bo Rêber APO hate silavkirin.
RÊBERÊ AZADIYÊ
Serokê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Sibû Zikode, têkoşîna gelê Kurd silav kir, di axaftina xwe de Rêber APO wek “Heval Abdullah Ocalan” bi nav kir. Zikode anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO daxwaza wan e jî û got: “Çawa ku me ji Mandela re gotibû rêber, îro jî Abdullah Ocalan ji bo me rêberê azadiyê ye.”
Di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin. Gava ku di axaftinan de navê Rêber APO derbas dibû, ciwanan bi yek dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
ŞEHÎD HATIN BIBÎRANÎN
Ciwanan ji bo endamên Koordînasyona Komalên Ciwan û Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Sara Hogir Rîha û Bişeng Brûsk ên di sala 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn.
BANGA GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Di civînê de li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya Ciwanan a Ronahî jî axaftinek hat kirin.
Komîteyê banga geşkirina têkoşîna enternasyonalîst kir.
Komîteyê spasiya ciwanên Efrîkaya başûr kir ku piştgirî dan têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO.