NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwanên Rojhilat Ezda Jêhat bi heypeyvinekî ji Ajansa me a Nûçe Ciwan re 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên li hemû jinên ciwan û jinên Kurd ên cîhanê bi taybetî li jinên ciwan ên Rojhilat û Îranê pîroz kir.
Jêhat diyar kir ku dirûşma “Ciwan Fedaiyê Rêber Apo ne” ne sloganeke asayî ye û got, “Ev dirûşme diyar dike ku em çawa beşdarî pêvajoyê bibin. Lêgerîna me ya azadiyê li ser bingehê rêxistinbûna jinên ciwan e. Her jinek ciwan. Divê Rêber Apo baş bixwîne, rast analîz bike û di van mijaran de rast fêm bike. Ger ku hemû jinên ciwan di van mijaran de berpirsyar bin, em dikarin 8’ê Adarê bikin azadiya hemû jinan û mirovahiyê. Em bang li hemû jinên ciwanên Apoyi dikin! Dakevin qadên azad û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ger wiha azadiya civakê û hemû jinan bi vê re pêk were bibe. Bi vî rengî em dikarin azadiya fizikî a Rêber Apo pêk bînin.”
Temamiya hevpeyvînê wiha ye:
“Dîsa em roja heştê Adare hemû jinên cîhanê, hemû jinên kurd û kurdîstan bi taybetî em li jinên Rojhilat û Îranê pîroz dikin. Wek tê zanîn roja 8’ê adarê roja serhildan û berxwedaniyê ye. Her çiqas 8’ê Adarê de jin ji qetlîamê re derbas bûbe jî, bi berxwedanî û serhildanê jinê ve rojeke pir bi watedar rojeke serî rakirin û tolhildanê bû. Ji ber wê yekê 8’ê Adar em wek jinên ciwan bi taybet ciwanên APO’yî erk û berpirsyartiyên me bi taybet piştî dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ku serhildaneke pêş ket, di vê serhildanê de jinên ciwan ku ciwanên APO’yî pêşengtî kir şûndetir ala serkeftinê hilgirtin ser milê xwe. Ev têkoşîn ji vê tiştê ne qût e, bi taybetî wê têkoşîna me ya azadiyê wê bi rihê serhildanê hîn geştir bibe. Pêwîste em hemû hêza xwe hemû berxwedaniya xwe ji bo azadiya jinê û ji bo berxwedaniya jinê bidin û berdewamiya serhildanê pêk bînin. Wek tê zanîn ev 25 salin Rêbertiya me ji aliyê dewleta tirk a faşîst de dîl tê girtin, ket 26 saliya xwe. Yê ku dirûşmeya Jin Jiyan Azadî afirand kir sembol formûle kir û weke paradîgma dest girt û di heman demê de tevgera azadiya jinê pêş xist Rêber APO bixwe bû. Ji ber vê yekê hemû jinên ciwan vê baş bizanibin ku em deyndarê Rêber APO ne. Ger ku Rêbertiya me îro hîna jî dîltêgirtin yekem berpirsyar divê di tecrîd şikandinê de em jinên ciwan û ciwan xwe bibînin. Ji bo vê yekê jî divê di her milî de em xwe ber bi têkoşînê bibin û têkoşîna xwe xûrttir bikin, bilindtir û geştir bikin. Yê ku van derfet û firsendan avakir Rêber APO bixwe bû. Rêber APO di her milî de pêşketinê jinê esas girt. Rêber Apo dema ku paradîgma jî pêş xist li ser esasê azadiya jinê ve girêda. Paradîgma ku em niha weke Demokratîk, Ekolojîk û Azadixwaziya Jin dema em pênase dikin jî, pêwîstî heye ku em paradîgma baş fêm bikin. Ger ku paradîgma rast neyê fêmkirin azadiya jinê mîsoger nabe. Ger Rêber Apo neyê fêmkirin azadiya jinê pêknayê. Azadiya jinê azadiya fizîkî ya Rêber APO re gengaz dibe. Ji ber wê yekê pêwîste hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji vê tecrîdê xwe berpirsyar bibînin, xwe tevlî hamleya Rêber APO bikin. Bi vê rihê hamleyê ku di serhildanê de pêşket bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî re pêşket, pêwîste ev rih were parastin, berdewamiya vê rihê xwe tevlîkirina Rêber APO re wê çêbibe. Rêber APO rênîşana rast a Azadiya Jinê ye. Ji bo vê yekê Rêber Apo her tişte. Dema em dibêjin Rêber APO her tişte her milî de pêwîste em Rêber APO xwedî derbikevin. Bi taybetî êrîşên dijmin 2023’ê bi qetilkirina jinê ve hemû tiştê anî li ber çavan. Bi rastî jî jinên ciwan ên ku di sala 2023’an de hatin qetilkirin hatin hedefgirtin, ji êrîşên şerê taybet ne dûr e. Hedefên ku esas ji bo serhildana hatibû dayîn yê kesîmên jinên ciwan û ciwanên APO’yî bûn. Ji ber wê yekê serhildanên ku pêş ket di vî warî de jinên ciwan erkên pir girîng girtin li ser milê xwe û dev ji têkoşînê bernedan. Rûxmê ku ewqas talan, qirqirin, şîdet û qetlîam hebû jinên ciwan gaveke xwe paşde nekişandin. Ev tavreke û sekneke pir di cih de bû. Ji ber vê yekê pêwîste bi rihê serhildanê hemû jinên ciwan berxwedanî û têkoşîna xwe berdewam bikin berê xwe bidin Rêber APO û lêgerîna azadiyê, li ser vê esasê têkoşîna xwe bidin û em bikaribin serhildana Jin Jiyan Azadî bi encamtir bikin. Weke tê zanîn me di destpêka salê de starta pêngava jinên ciwan ya bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî me dabû destpêkiribû”. Ev hamleya ku ji bo serhildanê me pêş xistibû bi taybetî ji bo jinên Ciwan yê Rojhilatê Kurdistanê û Îran, pêwîste berdewamiya vê pêngavê were dayîn. Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi pêngavê re dikare xwe rêvebibe. Ji ber vê yekê pêwîstî ev e ku pêngava “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” me dabû destpêkiribû em bidin berdewamkirin. Bi rihê serhildana “Jin Jiyan Azadî” em hamle baş pêşwazî bikin û sala 2024’an em teqez bikin azadiya jinan, azadiya Rêber APO û jinên cîhanê.
Ji ber em wek jinên ciwan di her milî de parastina xwe ya rewa divê em pêş bixînin. Eger parastina me ya rewa nînbe, rêxistinbûyînek me ya îdeolojîk û bi rihê serhildanê nebe em nikarin encamên rast destbixînin. Ji bo vê jî hemû jinên ciwan berê xwe bidin vê pêngavê û berê xwe bidin qadên serhildanê. Bi berxwedayîna serhildanê ve hemû jinên ciwan pêwîste hîn bêhtir rêxistinbûyîna xwe xûrt bikin û xwe mezintir bikin. Armanca pêngava “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ev e ku em weke jinên ciwan pêşengtiya rast ji civakê re bikaribin bikin. Dîsa bi rihê “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” re em 8’ê Adarê tenê nekin roja jinê, hemû roj bila yê jinan bin û hemû rojan em bikin 8’ê Adar. Ev hêvî û bendewarî ji me heye. Her jineke ciwan hêviyeke vê civakê ye. Her jineke ciwan ya ku dibêje ez dikarim temsîliyeta rast ya ciwanên APO’yî bikim û pêşengtiya vê civakê bikim pêwîste xwe berpirsyar bibîne û dakevin qadan. 8’ê Adar ji bo me tê wê wateyê. Girêdayî vê em pêwîste 8’ê Adar bi daketina qadan re tijî bikin û em rihê serhildanê bidin berdewamkirin. Dema em dibêjin “Ciwan Fedaiyê Rêber APO’ne” eger em berdewamiya dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” pêk bînin em dikarin Azadiya Rêber APO jî azadiya jinê jî mîsoger bikin. Ev gotina “Ciwan Fedaiyê Rêber APO’ne” ne gotineke ji rêzê ye. Raste lê divê emê çawa tevlî vê pêvajoyê bibin emê wê diyar bikin. Lêgerîna me ya azadiyê li ser çi esasî be rêxistinbûyîna me ya jinên ciwan li ser çi esasî be. Pêwîste her jinên ciwan di van mijaran de divê Rêber APO baş bixwîne, rast dahûrandin bike, rast binase. Ger ku van mijaran de hemû jinên ciwan xwe berpirsyar bibînin em dikarin roja 8’ê Adarê em bikin azadiya hemû jinan û mirovahiyê. Em bang dikin ji bo hemû jinên, ciwan ciwanên APO’yî berê xwe bidin qadên azad, Rêber APO û lêgerînên azadî. Ger ev pêş bikeve em dikarin azadiya civakê jî û hemû jinan bi vê re jî azadiya Rêber APO pêk bînin. Herî dawî bi mûnasebeta 8’ê Adarê re hemû jinên şerker û kedkar re pîroz dikin û bang dikin ku hemû jinên ciwan yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê û hemû jinên ciwan ê cîhanê em bang dikin ku xwe tevlî têkoşîna azadiyê bikin û berê xwe bidin Rêber APO ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’.”