NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir ên ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin bîranîn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Kurdistan-Ewropa (TJK-E) û gelek ciwan tevlî bîranîna ku li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê hate lidarxistin bûn.
Li eywana ku bîranîn hate lidarxistin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sara Hogir û Bîşeng Brûsk, alên PKK’ê û pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” hatin daliqandin.
Li ser navê Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk Sara Gulan jî axivî û diyar kir ku jinên ciwan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rola pêşeng lîstin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ji cihê ku Sara Hogir û Bîşeng Brûsk lê hiştibûn bidomînin û bi ser bixin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de bal hate kişandin ser dilsoziya ciwanan a ji bo bîranîna şehîdan û wiha hate gotin: “Hevrê Sara Hogir û Bîşeng Brûsk temenê xwe dan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Em ê xeyalên hevalên xwe yên azadiya Kurdistanê û Rêber Apo pêk bînin.”
Di bîranîn de sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hate pêşandin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.