HAMBÛRG – Li Hambûrgê li ser navê Şehîd Bişeng Brûsk endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Endama Rêveberiya Komalên Ciwan Sara Hogir Riha merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê ya bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê hat organîzekirin, di şexsê pêşengên Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanan Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha ku di 28ê Tîrmeha 2023an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir .
Di kêliya rêzgirtinê de ciwan bi alên Rêber APO derketin ser dikê û bi rêzdarî û minetdarî şehîdan bi bîr anîn.
Li dû kêliya rêzgirtinê Hevseroka KOMAW’ê Xoşnav Ata ku Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ji nêz ve nas kir, li ser şehîdan axaftinek kir.
Dewleta faşîst a dagirker êrîşî her parçeyekî Kurdistanê dike. Li wir gelê me şehîd dike. 36 meh in tu agahî ji Rêber APO nayê girtin. Divê her kes li dijî vî dijminî dengê xwe bilind bike.
Dayika Şehîdan ev axaftin kir. “Gava ku ez peyva Şehîd dibihîzim tim diêşim. Hemû Şehîdên Kurdistanê ji bo me yek in. Îro ji bo vî gelî bi neynûkên xwe tunelan dikolin û li dijî vî dijminî şer dikin. “Em çiqasî têkoşîna wan diparêzin û di vê têkoşînê de cih digirin, divê her kes li ser vê yekê bifikire û li gorî wê tevbigere.”
Piştre endamê TekoJÎn axivî û got:
“Ez li hemberî hemû şehîdan serî ditewînim. Şehîd rêberên têkoşîna me ne.
Bi derketina Rêbertî re têkoşîneke 50 salî didome.” Endama TekoJIN’ê diyar kir ku Rêber APO di pergala îşkenceya Îmraliyê de bênavber têdikoşe û wiha got: “Têkoşîna ku Rêber APO dide, di bin pêşengiya Rêber APO de tê meşandin. Gerîlayên modernîteyê li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê. Yên ku vê têkoşînê dimeşînin hevalên Heval Sara, Heval Bişeng, Heval Tolhildan û Heval Dijwar in.”
Endama TekoJIN’ê gotina Rêber APO ya “Şehîd nûnerên heqîqetê ne” anî ziman û got, “Şehîd nîşanî me didin ku em çawa di heqîqetê de bijîn. “Ev nîşanî me dide ku em ê çawa li dijî vî dijminê ku dixwaze me tine bike em ê bi canê xwe şer bikin.”