DÊRAZOR – Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê ve beşdarî hemleya komkirina imzeyan ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo bû. Ev hemle ji aliyê Înîsiyatîfa Gel ve di 9’ê Sibatê de hat dest pê kirin.
Ev hemle tê meşandin ji bo mecbûrkirina ku Konseya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên navnewtewî bi erkê xwe rabin û li ser dewleta Tirk zext bikin da ku qanûnên navneteweyî pêkbîne.