HAMBÛRG- Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bilen) û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsûn Silgir) ên di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Li Hambûrga Almanyayê şehîd hatin bîranîn. Ji gelek bajaran bi taybetî Berlîn û Hannoverê gelek kes beşdarî çalakiya bîranînê ya ku li navçeya Hambûrgê hat lidarxistin bûn.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Xoşnav Ata axaftinek kir. Ata anî ziman ku Sara Hogir ji dema xebatên ciwanan ên li Wêranşarê dimeşîne nas dike û wiha got: “Bi rastî ravekirina şehîdan zehmet e. Her şehîdek jî erkên me yên mirovî û wijdanî tîne bîra me. Her şehadetek ji bo cîhana ku em dixwazin xeyal bikin e. Rêhevalên me Sara û Bîşeng jî ji bo vê yekê bi canê xwe di nava rûpelên rûmet ên dîrokê de cihê xwe girtin. Gotinên me nînin ku em lehengiya wan vebêjin. 45 sal in ev têkoşîn bi şehîd û bedelên din heta roja îro hatiye. Her şehadetek me gavekê nêzî azadiyê dike. Rêbertiya me weke şopdarên şehîdan xwe îfade dike. “Pêdivî ye ku em li pey wan bin û heta ku em sax in layiqê wan bin.”
Şehîdên me, rûmeta me
Xwişka Sara Hogir Riha ya mezin Fatma Silgir ku bi telefonê beşdarî bîranînê bû jî wiha got: “Xwişka min ji zarokatiya xwe de cihê xwe di nava vê têkoşînê de girtiye. Em bi wî rûmet in. “Hêvîdar im rojekê gelê me azad bibe û dayîk êdî êş û azarê nekişînin.
Dayika şehîd Devrîm Garzan a li Avaşînê şehîd bû Latîfe Onat jî diyar kir ku divê şehîd zêdetir bên hembêzkirin. Latîfe Onat got, “Dema ku em li vir jiyaneke rehet dijîn, ciwanên me yên li Kurdistanê di nava şert û mercên gelekî dijwar de têdikoşin” û destnîşan kir, ku divê hemû Kurdistanî bi taybet welatparêzên li Ewropayê dengê xwe zêdetir bilind bikin.
Di bîranînê de sînevîzyona ji jiyana Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha tê nîşandan.