TEBQA – Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, roja jinên kedkar ên cîhanê, şandeyek ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) serdana Navenda Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Tebqayê kir û vê rojê pîroz kir.
Di vê serdanê de diyariyekî pîrozbahiyê 8’ê adarê bi wêneyên şehîdên jin ên ku ji bo parastina azadiya jin û gelan şehîd bûne, ji Yekîtiya Jinên Ciwan re hat pêşkêş kirin.