ŞEHBA – Îro di bin pêşengtîya jinen ciwan yên xwendekar de li gundê Meratê yê Şehba ji bo pîrozkirina roja cîhanî ya jinên kedkar 8’ê adarê û bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” diwarekî hat boyax kirin.
Di 8’ê Adara 1911’an de li bajarê New York ê Dewletên Yekbuyî yên Amerîka (DYA’yê) 123 karkerên jin di hindurê fabrîkayekî de hatin şewitandin û qetil kirin. Di sedsala 20’ê de jî ji aliyê tevgerên jin ên sosiyalîst ve ev roj wek roja cîhanî ya jinê kedkar hat diyarkirin.